Nexşeya Depê

Karakoçan

Dep (bi tirkî: Karakoçan) girêdayî Mezrayê / Elezîzê ye. Dep bi rêbejahî 102 km dûrî bajarê Elezîzê ye. Navbera Depê û Çewlîgê (Bîngol) jî bi rêbejahî 50 km ye. Riya ku ji Elezîzê tê û aliyê Bîngolê heya Wanê diçe, ber Depê re derbaz dibe. Dema hîna bajar biçûk bû va riya bajêr 4 km dûr bû. Lê niha bajar berî bi aliyê rê de jî çûye û xwe gihandiye rê.
 

Komara Tirkiyê

Çiya:

Çiyayên herî bilind ê Depê li rojhilatê çiyayê Qirûcê (2.372 m) û çiyayê Qizildağê (1.538 m) ne. Li rojavayê jî çiyayê Tor (1.615 m), çiyayê Celo (1.594 m) û Diyarê Gazê (1.450 m) bilind dibin.

Peri Çayı

Çem:

Kuşçu Çayı

Çemê Pêrê: çavkaniya Pêrê li bajarê Gêxiyê ye. Çemê Pêrê wekî sînorê di navbera Depê û Nazmiye (Qisle) û Mêzgirtê di başûr de diherike gola Kebanê. Li ser çemê Pêrêyê sê pirê ji beton û sê pirê ji dar hene. Di bihar û payîzê de ne gengaz e ku, mirov derbazî hêla din bibe.

Çemê Oxîyê li gundê Sarican derdikeve, ji nav Depê re derbaz dibe û li nêzikê gundê Golanê dikeve nav çemê Pêrê.

Vegetation:

Rund um die Ebenen und Plateaus des Ohi wachsen ausgedehnte Eichenwälder, mit Ausnahme des Gebietes um Başyurt. An den Ufern der Bäche und Flüssen finden wir außerdem Pappeln, Weiden und natürlich auch die Eichen, die zusammen mit Obstbäumen die Bergregionen dominieren. In der Nähe der nördlichen Dörfer werden Nüsse von sehr hoher Qualität produziert.

Das Fehlen von Bäumen in den tiefer gelegenen Regionen ermöglicht eine üppige Vegetation im Frühjahr und Sommer, die wiederum Grundlage für eine erfolgreiche und qualitativ hochwertige Bienenzucht in Depe.

Aborî û civak:

Aboriya Depê li ser çandinî û ajaldariyê ye. Pir kes ji welêt diçin dewletên Ewropa ji bo karkirinê. Ew ji lêzimên xwe re pereyan dişînin û di warê aborî de alîkarî dikin. Erdê ku ji çandiniyê re munasîb e 417.000 dekar e. Ew jî ji sedî 38 (38 %) erdé Depê ye. Tenê 10 %ê vê axê avî, yên din bej e.



  2020 eye-print